PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê, gule bi ser xwepêşanderên Siwêdayê de reşandine ku ev 24 roj in protestoyên dijî rejîma Esed didomînin.
Malpera Siwêda 24ê ragihandiye ku ji hundirê avahiya Partiya Beasê hêzên muxaberata Sûriyê gule bi ser xwepêşanderên ku hewl didan careke din bikevin avahiyê de, reşandine.
Li gorî zanyariyan di encama gulebaranê de, herî kêm 3 kes birîndar bûne ku dibe hejmar hîn zêdetir jî bibe. Birîndar bo nexweşxaneyên Şehba û Siwêdayê hatine veguhestin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) piştî bûyerê ragihand, komeke mezin ji xwepêşanderan tevî oldaran berê xwe dane avahiya partiya Beasê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin