PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li ser operasyona ku li nav sînorên Başûrê Kurdistanê berdewam dike daxuyanî dan û got, ew dê li Metînayê baregeha leşkerî ava bikin ango li wir hebûna hêzên xwe mayinde bikin.
Soylu, di gotara xwe ya ku pêşkeşî endamên Rêveberiya Navendî ya AKPê kir de, eşkere kir ku ew dê li nav sînorên Başûrê Kurdistanê ango li Metînayê ku bi sedema hebûna PKKê operasyoneke berfireh dane destpêkirin, baregeheke leşkerî ava bikin.
Soylu herêma Kurdistanê wekî ku bi ser Tirkiyê ve ye nîşan da û got, “Heman wekî li Sûriyê emê li vir jî baregehê ava bikin û kontrolê bidest bixin. Ev herêm derbasgeha Qendîlê ye û emê vê xetê bixin kontrola xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin