PeyamaKurd – Bi nêzîkbûna salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qûds a îranî Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis re, Heşda Şeibî li Bexdayê dijî Amerîkayê xwepêşandan li dar xist.
Milîsên şîe yên alîgirên Îranê doh Şemiyê derketin meydana Tehrîr a Bexdayê û xwepêşandanek li dar xistin. Dema xwepêşandanê hemû rêyên diçin wê meydanê hatin girtin.
Milîsên Heşda Şeibî ji bo Suleymanî û Muhendîs ku di operasyona asmanî ya Amerîkayê de 3yê Çileya 2020an hatibûn kuştin, merasîmên temsîlî yên cenaze saz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin