PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Filîpînê balafireke 85 leşker tê de bûn ket xwarê.
Li gorî ragihandina ajansên cîhanî, li herêma Sulu dema dixwest dakeve Girava Joloyê ketiye xwarê û 85 leşkerên filîpînî di balafirê de hebûn.
Hat diyarkirin ku 40 kes hatine rizgarkirin û herî kêm 17 kesên di balafirê de jî can dane.
General Cirilito Sobejana ji AFPê re ragihandiye ku balafira ketiya cûreya wê C-130 ye û heta niha 40 kes ji bin enqaza balafirê hatine rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin