Mazlûm Ebdî: “Sedemên îdeolojîk li ber yekîtiya Kurda ne astengin”

Mazlûm Ebdî: “Sedemên îdeolojîk li ber yekîtiya Kurda ne astengin”

PeyamaKurd – Mazlûm Ebdî li ser hevdîtinên navbera ENKS ê û PYNK ê yên li Binxetê dewam dikin şiroveyan kir. Ebdî li ser hevdîtinan got ku di pêvajoya diyalogê de gelek pêngavên baş hatine avêtin û bo yekîtiya Kurdan her hewlê didin.

Fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Ebdî ragihand ku sedemên îdeolojîk û siyasî li ber çêkirina yekîtiya Kurdan ne astengin û di rêya vîdeoyê de weha got:

“Ferqên navbera xwe deynin aliyekî û bo yekîtiya Kurdan nermahiyê nîşan bidin. Me li ser mijarên giştî yên bo yekîtiya Kurda lihev kiriye û pirsgirêkên ku mane, dê di nava wextê de çareser bibin. Sedemên îdeolojîk û siyasî li ber çêkirina yekîtiya Kurdan ne astengin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin