PeyamaKurd- Li bajarekî rojhilatê Moskovayê ya payîtexta Rûsyayê, di apartmanê de teqînekî çêbû û apartman bi ser hev de herifî. Hat ragihandin ku teqîn bi sedema xazê çêbûye. Di bin enqaza apartmanê de gelek kes hene. Di bin enqazê de mirî û birîndar hene.
Li gor ragihandina medya Rûsyayê; teqîn li bajarê bi navê Orekhovo-Zuyevo yê çêbûye ku dikeve rohilatê Moskovayê bi 80 km dûrahiyê. Nûfûsa bajêr 118 hezare û teqîn li dora nîvro çêbûye.
Wezareta haletên lezgîn ya Rûsyayê dibêje ku dibe teqîn di qata 3 yem de çêbûbe û sedema wê xaz e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin