Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr dicive

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr dicive

PeyamaKurd – Bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Kurdistanê dicive.

Li gor fermangeha medya û agahiyan ya hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye, Encûmena Wezîran a Kurdistanê, dê îro beriya nîvro, li ser çend mijaran bicive.

Fermangehê destnîşan kiriye, di civîna ku bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê kirin de, mijarên mîna encama civîna encumena aborî li ser proje qanûna bûdceya sala 2021 ya Kurdistanê, xizmetguzariyên ku li deriyên sînorî ji aliyê sektora taybet ve tên pêşkêşkirin, herwiha raporta fermangeha medya û agahiyan li ser rûbirûbûna Koronayê tên axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin