Dizeyî: Mebesta îdiayên MOSSADê lawazkirina statuya Kurdistanê ye

Dizeyî: Mebesta îdiayên MOSSADê lawazkirina statuya Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, nûçe û îdiayên ku di êrîşa ser Hewlêrê ya hefteya borî de binkeya îstixbarata Îsraîlê MOSSADê hatiye armanckirin red kirin û got, mebest lawazkirina statuya Herêma Kurdistanê ye.

Sefîn Dizeyî bal kişand ser ku sedema êrîşên grûbên çekdar ser hevpeymaniyê û Herêma Kurdistanê bicihneanîna madeya 140 a destûrê ye li deverên Kurdistanê ku DAIŞ jî ji valahiya ewlehiyê sûdê distîne û êrîşan dike.

 Dizeyî ji K24ê re li ser îdiayên hebûna MOSSADê li Herêma Kurdistanê wiha axivî: 

“Dixwazin statûya Herêma Kurdistanê lawaz bikin. Dixwazin nîşan bidin ku Kurdistan rêveberiyeke li dijî Iraqê û herêmê ye. Ti bingeha van îdiayan nîne. Peyama wan grûban zelal e; li aliyekî dixwazin bêjin ku wê li her derê Iraqê hêzên hevpeymaniya navdewletî bibin armanca êrîşên wan. Li hêla din jî dixwazin îstiqrara Herêma Kurdistanê têk bidin. Hêzên Hevpeymaniyê di çarçoveya daxwaza Hikûmeta Iraqê de li vir in û erka wan jî perwerde û şêwirmendiya hêzên Iraqê û Pêşmerge ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin