Amerîka li rêvebirên di asta bilind yên dinyayê guhdarî kiriye

Amerîka li rêvebirên di asta bilind yên dinyayê guhdarî kiriye

PeyamaKurd – Piştî nûçeya ku dewleta Amerîkayê li herkesî yên di asta bilind de, bi taybetî li yên Awrûpayê, Rûsya û Çînê guhdarî kiriye, ji hukumetên dewletên Awrûpayê bertek hatin nîşandan. Bi sedema di navbera Ajansa Ewlehiyê ya Amerîkayê NSA bi Danîmarka re peymana kabloyê çêkirine, di heman rêyê de Amerîka li kesên di asta bilind yên dewletên Awrûpayê guhdarî kiriye.

Amerîka di serî de li serokwezîra Almanya li Angela Merkel guhdarî kiriye. Bertekên hatin nîşandan ji Fransa, Îsweç, Danîmarka hatin.

Niha Rûsya û Çîn ket nav mijarê. Peymana di navbera îstîxbarata leşkerî ya Danîmarka û NSA ya Amerîkayê de ye, bo şopandina Çînê û Rûsyayê li ser kabloyên telekomunîkasyonê peyman girêdabûn.

Peyaman ku di sala 1990 an de hatibû îmzekirin, li ser kablo û înternetên ku di ser axa Danîmarka de derbas dibin, îznê dide Amerîkayê ku li temaman guhdarî bikin.

Kabloyên Rûsya û Çînê jî di ser Danîmarka de derbas dibin û niha her dewlet bende ye bê Amerîka çi bêje.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin