NH beyana “komîta makezagona Sûriyê” da

NH beyana “komîta makezagona Sûriyê” da

PeyamaKurd- Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê bo Sûriyê Geir O. Pedersen ragihand ku dê komîta Makezagonê ya Sûriyê wê di demeka kurt de li Cenevreyê bicive. Tamsîlkarê taybet Pederson li Cenevre ji baregeha Neteweyên Hevgirtî ragihand ku hedefa wan ew e gavekê zûtir Komîta Makezagonê bê avakirin û di bin çavdêriya Neteweyên Hevgirtî de li Sûriyê hilbijartinan bike.

Pedersen di 7 ê meha yekê dest bi xebata xwe kiriye û ew jî ragihand ku li welatan geriyaye û divê herkes bo yekîtiya axa Sûriyê rêz bigre. Pederson got eger komîte ava bibe, wê bibe alîkar bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê.

Li gor xeberên ku dikevin ser medyayê; navên di lîsteya ku di komita makezagona Sûriyê de behsa wan tê kirin ku 50 kesin, ji aliyê Beşer Esed ve tê astengkirin. Rejîm dixwaze mirovên xwe yên me’mûr bixe nava lîstê lê ne kesên serbixwe, sergiran û biqedir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin