PeyamaKurd- Li Nîkaragûayê di xwepêşandanên li dijî hukumetê de, 4 kes mirin. Bi sedema ku grûbeka layangirê dewletê sîlihan bera xwepêşandêran da, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Dewleta Nîkaragûayê dixwaze reforman bike lê xwepêşandêr li hemberê dewletê xwepêşandanan dikin. Li welat di serê nîsanê de xwepêşandan destpêkiribûn û heya niha dewam dikin. Xwepêşandêr bêhtir mafên demokratîk dixwazin.
Sloganên xwepêşandêran “bêhitr mafên demokratîk” û “îstîfa serokê dewletê Daniel Ortega” dixwazin. Bi sedema ku xwepêşandan rastî roja dayîkan bû, hemû jin tevli xwepêşandanê bûn û bi 100 hezaran kes ketin nav tevgerê.
Ji serê nîsanê heya niha di xwepêşandanan de 80 kes mirine û 900 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin