Nivîskarê Amerîkî Paul Auster koça dawî kir

Nivîskarê Amerîkî Paul Auster koça dawî kir

PeyamaKurd – Nivîskarê Amerîkî Paul Auster ku li dû xwe lîteratoreke ji 34 pirtûkan pêk tê li dû xwe hişt, di 77 saliya xwe de koça dawî kir.

Yek ji navtartirîn pirtûka Auster Trilogy New York bû.

Austerê ku di salên 1980 û 1990an de statûya kultê bi dest xistibû, bi taybetî li Ewropayê serketineke mezin bi dest xistibû.

Nivîskar roja Sêşemê li mala xwe ya li Brooklynê, ji ber pençeşêra pişikê çû ser dilovaniya xwe. Agahiya koça Paul Auster ji aliyê hevalê wî Jacki Lyden ku ew jî nivîskarekî navdar e ve hate ragihandin.

Dozîna nexweşiya penceşêrê ya Auster yekem car sala borî ji hêla jina wî û nivîskar Siri Hustvedt ve hatibû ragihandin.

Auster ku yek ji zarokên koçber ên Cihûyên Polonî bû, li Newarka New Jerseyê mezin bû û di ciwaniya xwe de ji bo li Zanîngaha Columbia bixwîne diçe New Yorkê.