Fransa | Pistî êlek zeran niha jî polîs dest bi protestoyê dikin

Fransa | Pistî êlek zeran niha jî polîs dest bi protestoyê dikin

PeyamaKurd - Li Fransayê piştî çalakî û xwepêşandanên protestoyî yên ‘êlek zeran’ vê carê jî polîsên frensî xwe amade dikin bikevin grevê û karên xwe hêdî bikin.

Li Fransayê 3 sendîkayên mezin ên polîsan ji ber kêmbûna muçeyan û zehmetiyên debara jiyanê, hevpeymaniyek ava kirin.

Hevpeymana polîsên Fransayê 19ê Kanûnê, yanî sibe roja Çarşemê wekî ‘Çarşema Reş’ ragihand û biryar wergirt ku karmendên polîs qereqolan venekin û karên xwe hêdî bikin.

Sekreterê Hevpeymana Yekgirtî ya Polîsan Jean-Claude Delage diyar kir, polîsên ku hikûmet wan dişîne ser êlek zeran, li benda gavên şênber in.

 Delage medya frensî re got, “Polîs li meydanan bûn, ew kelehên dawî yên hikûmetê bûn û teslîm nebûn. Niha jî pêwîste ji bo minetdariya wan gav bên avêtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin