Duhok | TNT bi tîmeke çakkirina elektrîkê de teqiya: Birîndar hene

Duhok | TNT bi tîmeke çakkirina elektrîkê de teqiya: Birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarokê Kanî Masî ya Duhokê TNT bi tîmeke ku ji bo çakkirina elektrîkê çûne deverê teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, ji ber bombebarana Tirkiyê, elektrîk li ser 76 gundên sînorê bajarokê Kanî Masî ya Duhokê qut bûne û ji bo çêkirina hêla elektrîkê, tîmên fermangeha elektrîkê çûbûne navçeyê.

Rêveberê Bajarokê Kanî Masiyê dide zanîn: “Ji ber teqînê 3 kes birîndar bûne.”

Heman çavkanî destnîşan dikin, TNT bi tîmeke çêkirina hêla elektrîkê de teqiyaye û ji ber bûyerê, 3 karmendên fermangeha elektrîka Kanî Masî birîndar bûne

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin