PeyamaKurd – Di xwepêşandanên şeva borî ya li qada Hebûbî ya li bajarê Nasiriye yê parêzgeha Zîqar a başurê Iraqê de, di encama êrîşa kesên nenas de 2 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan di encama êrîşê de 2 xwepêşander hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn ku rewşa 9an ji wan giran e.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (واع) ragihand ku şevê din êrîşkaran xwepêşander gulebaran kirine û agir berdane konên wan.
Pîştî êrîşê serokê polîsa parêzgeha Zîqarê fermana parastina xwepşanderan da û ragihand ku di navbera polîs û çekdaran de pevçûn derket û niha polîs hewla girtina wan dikin.
Li gorî Komîrseriya bilind a mafên mirovan a Iraqê, di 2 rojên derbasbûyî de li Iraqê 12 xwepêşander hatine kuştin û 230 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin