PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îdlibê hejmara sivîlên di pevçûnan de têne kuştin û birîndar dibin zêdetir dibin.
Nûnerê NYyê Najat Rochdi li Cenevre ya Swîsrê da xuyakirin, şerê tund ê li Sûrîyê gurtir dibe û dîyar kir ku zarok û jin têne kuştin.
Rochdi got ku Îdlib û derdora wê bi kêşeyeke mezin ya mirovî re rû bi rû maye ku di şer û pevçûnên vê dawiyê zêdetirî 160 sivîl hatine kuştin.
Nûnerê NY herwiha bang li rejîma Esed û Rûsya û opozîsyonê kir ku sivîlan ji şer û aloziyan biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin