PeyamaKurd – Komisyona Lêpirsîna Neteweyên Yekbûyî ya Serbixwe li Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew encamên felaketî yên êrîşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de red dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya komisyona NY de hat gotin, ew felaketa encamên vê pêla tundiyê ya ser gelê Sûriyê, li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku niha rû dide red dikin.
Komisyonê da zanîn ku ji niha ve bi sedan hezar sivîl terka cih û warên xwe dikin û dê bandorê ji şer û pevçûnê bibînin ku dibe alîkariyên mirovî jî bên astengkirin.
Di daxuyaniyê de kampên DAIŞê yên bêhtirî 100 hezar kes di wan de dimînin hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:
“Ew kes ji ber nebûna bernameyên rehabilîtasyonê di bin xeteriya radîkalbûnê de ne. Wê êrîşa leşkerî ya nû bibe sedema aloziyê û ji nû ve zindîbûna DAIŞê.”
Komisyonê bang li hemû aliyan hat kirin ku tundiyê rawestînin û ji bo parastina mirovan û hiqûqa wan diyalogê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin