PeyamaKurd- Piştî Amerîka biryara vekişandina ji Sûriyê da, di medya dinya û Amerîkayê de munaqeşeyên li ser babetê dewam dikin. Rojnameya Amerîkayê Wall Street Journal ragihand ku Tirkiye bo têkoşîna li dijî DEAŞê ji Amerîkayê alîkarî xwestiye.
Li gor rojnamê; Tirkiye ji Amerîkayê alîkariya leşkerî, bombebarana hewayî û desteka lojîstîk xwestiye. Di nûçeyê de dibêje ku daxwazên Tirkiyê gelek berfireh û zêdene. Rojname dibêje eger van daxwazan werin cî, hebûna Amerîkayê li Sûriyê wê bêhtir kûr bibe. Lê li gor ew kesê ku ji rojnamê re şirove kiriye, Amerîka tenê dikare daxwaza desteka hewayî bîne cîh.
Pêşdeçûnên dawiyê di rojeva heyeta ku roja sêşemê werin Tirkiyê de hene. Di hevdîtinan de şêwrimendê netewî yê Koşka Sipî John Bolton, temsîlkarê taybet yê qesrê ji Sûriyê berpirs James Jeffrey û serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford wê hebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin