PeyamaKurd- Serokwezîrtiya herêma Kurdistanê îro li ser seredana serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Ankarayê peyamekî belav kir. Barzanî di çarçoveya seredana xwe de bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û bi serokkomar Recep Tayîp Erdoğan re hevdîtin kir. Li Kulliya serokkomariyê hevdîtin li dora 1 sietekî dewam kir.
Li gor ragihandina serokwezîtiyê; serokwezîr Masrûr Barzanî bi Erdoğan re li ser siyaset û ewlekariya herêmê axifîne. Her weha di mijara pêşdebirina têkiliyên navbera Hewlêr û Ankara û li ser seqamgiriya herêma Kurdistanê û herêmê rawestiyane. Di peyamê de weha hat gotin:
“Di hevdîtinê de serokwezîrê Kurdistanê di ewlekarî û îstîqrara herêmê de behsa girîngiya rola Kurdistanê, di serî de mijara bazirganiyê û hem pêşederina têkiliyên dualî kirine.”
Li ser mijara hevdîtina Barzanî û Çavuşoğlu de jî peyam weha dewam dike:
“Pêşdeçûnên dawî yên li herêmê, îhtîmalên bo pêş, bazirganî û têkiliyên dualî hatine axaftin.”
Ev seredana serokwezîrê Kurdistanê, seredana yekeme bo Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin