PeyamaKurd - Xwişka Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, Ayşe Sancar ku doh ji ber krîza dil di 46 saliya xwe de koça dawî kiribû, îro li goristana Kocasînan a Bahçelîevler a Stenbolê bo axê hat spartin.
Hevserokên Giştî yên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Parlamenterên HDP û CHPê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Ayşe Sancar bûn.
Cenazeyê Sancar piştî merasîma li Mizgefta Mîraç a Bahçelîevlerê, bi xwendina duayan hat definkirin.
Malbata Sancar şîna xwe li Weqfa Perwerdê û Piştevaniyê ya Mêrdîniyan a li Bahçelîevlerê daniye û serxweşiyan li wir qebûl bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin