Li Hîlwanê bav û kur hatin kustin

Li Hîlwanê bav û kur hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Hîlwanê di navbera du malbatên eqrebayên hev de şer derket û bavê bi navê Adil Taşdirek û kurê wî Selam Taşdirek hatin kuştin û kesekî dinê birîndar bû. Bûyer ber destê êvarê li taxa Akçaorenê qewimî.

Hat ragihandin ku şer û pevçûn li ser ajotina erd çêbûye. Bav û kurê kuştî bi tivinda nêçîrê hatine kuştin. Piştî bav, kur û zilamê bi navê Mustafa Özmen birîndar bûn, bi ambûlansan wan birin nexweşxana dewletê ya Hîlwanê. Bav û kur li nexweşxanê can dan.

Tîmên cendirmeyan li ciyê bûreyê tedbîrên ewlehiyê sitendin û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin