Li Rojava 3 kesan can da û 27 kesên din jî bi koronayê ketin

Li Rojava 3 kesan can da û 27 kesên din jî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Li herêmên desthilata Rêveberiya Xweser di nava 24 saetên borê de 27 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jî can da.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Covid-19 eşkere kir û ragihand, di 24 saetên borî de 27 kesên din bi koronayê ketine û 3 kesan jî ji nexweşiyê can daye.

Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa, 27 pêketiyên nû 10 zilam û 17 jin in û 12 ji wan li Qamişlo, 2 li Dêrikê, 4 li Hesekê, 1 li Rimêlan, 1 li Tirbespî, 1 li Dirbesiyê, 3 li Amûdê û 3 jî li Şehbayê ne.

Herwiha 3 kesên jiyana xwe ji dest dane jî 1 li Qamişlo, 1 li Reqa û 1 jî li Şehbayê ne û 7 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên fermî heta niha li herêmên desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 354 kes bi koronayê ketine, 22 kes mirine û 58 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin