PeyamaKurd - Li parêzgeha Samera, Lîwaya Taybet a Operasyonên Samera û Çekdarên Heşda Şeibî, çar emîrên DAIŞê kuştin.
Li gor Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya ser bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê diyar kir: ‘‘Hêzeke hevbeş ji Lîwaya Taybet a Operasyonên Samera û Çekdarên Heşda Şei'bî, roja înê 11ê Îlona 2020an de, di kemînekê de çar berpirsên giring ên rêxistina DAIŞê, li devera Ferhatiye ya başûrê Samera kuştin.
Herwiha Şaneyê da zanîn, ji wan du kuştiyan, kembera bombekirî bi pişta xwe ve girêdabûn, lê li ser nasname û karên wan ên di nav rêxistinê de tu zanyarî nehatine eşkerekirin.
Kuştina wan çar emîrên DAIŞê di demekê de ye ku bi gotina hêzên ewlehiyê, niha artêş û hêzên dije-terorê yên Iraqê dest bi operasyonên berfireh kirine li parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ji bo destdanîna ser çekên bêdestûr û desteserkirina kesên li derveyî yasayan
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin