PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Sezai Temelli bi beşdariya hejmarek parlamenter û şaredaran îro serdana paytexta Herêmq Kurdistanê Hewlêrê dike.
Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê li Herêma Kurdistanê Abid Îke ragihand ku 7ê îlonê Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî û şandeke ligel wî wê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Li gorî zanyariyên berdest, Abid Îke da zanîn ku di nav şanda HDPê de hejmareke parlementer cih digrin û biryar e bi rayêdarên Herêma Kurdistanê re bicivin û serdana aliyên siyasî jî bikin.
Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê Îke herwiha destnîşan kir ku Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan ji ber ameliyat bûye di nav şanda ku serdana Hewlêrê de cih nagire.
Hêjayî gotinê ye ku serdana HDPê ya bi serokatiya Sezai Temelli dibe yekem serdana wê partiyê û wî serokî bo Herêma Kurdistanê û Hewlêrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin