PeyamaKurd – Li Tirkiye û bajarê Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 128 kesên din ji nexweşiya vîrusa koronayê can dan û 6 hezar û 562 kesên din jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di tabloya îro 31ê Çileyê 2021ê de ragihand, di nav 24 saetên borî de 128 kesên din ji ber vîrusa koronayê Covid-19 mirine û 641 ji wan yên nexweş 6 hezar û 562 kesên din jî bi koronayê ketine.
Li gorî amarên fermî hejmara mirinên koronayê gihîşt 25 hezar û 993 kesan û ya pêketinên heta niha jî gihîşt 2 milyon û 477 hezar û 463 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin