Li Nîjeryayê 20 endamên Boko Haram hatin kustin

Li Nîjeryayê 20 endamên Boko Haram hatin kustin

PeyamaKurd- Li welatê rojavayê Afrîkayê li Nîjeryayê hêzên dewletê li dijî rêxistina Boko Haram operasyon kirin û di encamê de 20 kes hatin kuştin.

Li ser navê artêşa Nîjeryayê Timothy Antigha ragihand ku li hewza Gola Çadê , di herêmên Malkonory û Tumbum Rego de, bo ser Boko Haramê operasyon hat kirin. Di encamê de ji bilî 20 kuştiyan gelek muhîmatên wan xistine dest.

Ji sala 2015an heya îro Boko Haram ji welatên Kamerûn, Çad û Nijerê gelek caran êrîş kirine ser Nîjeryayê. Heya niha di hewza Çadê de di ser 2 hezar kesî de mirov hatine kuştin.

Lê rêxistina Boko Haramê bi xwe jî din ava xwe de bûne du perçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin