HSD: Eger îro kes ji Baxozê dernekeve em dê êrîs bikin

HSD: Eger  îro kes ji Baxozê dernekeve em dê êrîs bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Çapemenîyê yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku ew dê li benda radestkirina terorîstên DAIŞê yên li Baxozê nemînin û îro piştî nîvro dest bi operasyonê bikin.

Berdevkê HSDê Mistefa Balî ji bo tehlîyekirina sivîl û DAIŞîyên li herêma Baxosê îro heta piştî nîvro dem da. Balî dîyar kir ku ew dê li dijî bajarokê ku ji alîyê hêzên wan ve hatîye dorpêçkirin, piştî nîvro operasyonê bidin destpêkirin.

Bardevkê HSDê Balî herwiha da zanin ku, ji roja pêncşemê û heta niha tu kes ji Baxozê dernetîye.

Hêjayî gotînê ey ku di demên dawîyê da bi heazran sivîl di korîdora ewlekarîyê ya sîvîl ra derbas bûn û ji Baxozê derketin. Xelkên sivîl ên ku ji Baxozê derdikevin bi otobês û kamyonan bo deverên ewle dihên hinartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin