PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku ji aliyê Tirkiyê ve binpêkirina sînor û domandina bombebaranê şermezar dikin.
Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û wiha ragihand: “ji aliyê Tirkiyê ve binpêkirina sînor û ser gundên sînorê navçeya Soranê domandina bombebaranê şermezar dikin, ku ji ber bombebaranê hejmarek welatî şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku: “Derbasbûna nav axa Iraqê, xizmeta berjewendiyên navbera Tirkiye û Iraqê nake.”
Her wiha di daxuyaniyê de ev ifade cîh girtin: “Bexda li dijî hebûna her hêzekê ye ku ji axa Iraqê ve li dijî welatên cîran çalakî pêk bînin”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin