Embarên çek û cebilxaneyên DAISê tên tunekirin

Embarên çek û cebilxaneyên DAISê tên tunekirin

PeyamaKurd - Piştî destpêkirina operasyona li dijî Baxozê, kampên DAIŞiyan ji alîyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û balafirên Hevpeymanîya Navdewletî ve tê topbaran kirin.

Li Baxozê piştî mohleta ku HSDê ji bo xweradestkirinê dabû terorîstên DAIŞê, bi dawî bû, şerê şervanan bi piştevaniya balafir û topxaneyên Hevpeymaniyê bi dijawarî destpê kir,

Berdevkê Operasyonên HSDê li Baxozê, Ednan Efrîn ragihand ku 2 hezar çekdarên DAIŞê li gel malbatên xwe, xwe radestî HSDê kirine. Bombebaran û topbaranan li dijî DAIŞê bi dijwarî berdewam dike û di encama wan bombebaran û topbaranan de agir bi cebilxane û tunelên çekdarên DAIŞê ket.

Herwiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê, Mistefa Balî jî ragihand, 38 çekdarên DAIŞê di êrîşên vê dawiyê de hatine kuştin.Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn ku niha rewşa asayî ye lê wê car din şer destpê bike.

Balî: “Terorîstan xwe di nav tûnêlan de veşartine, hêzên me duh heta sibehê dixwazin şer bi dawî bînin, niha rewş hinekî aram bûye, lê wê şer careka din destpê bike.”

Li gor fermandarên HSDê tê texmînkirin ku nêzîka 4 hezar sivîl û 500 çekdarên DAIŞê hê jî li nav Baxozê ne, herweha li gor Pentagonê dibe şerê Baxozê du hefteyên din jî berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin