Li Sûriyê 4 êrîsên xwekujî: 100 kustî

Li Sûriyê 4 êrîsên xwekujî: 100 kustî

PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Suweydeyê vê sibê 2 êrîş pêkahatin. Li gor ragihandina televizyona El-Manarê ku nêzî Hîzbullahê ye, ji êrîşan DEAŞ berpirse û di encamê de 50 kes mirin.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANA yê, li bajarê di herêma rejîmê de li Suweydeyê êrîşekî li ciyê bazarê û ya dinê jî di kuçeyekê de, li 2 noqteyan pêk hatin. Di nûçeyê de hat ragihandin ku êrîş ji aliyê DEAŞê de hatiye kirin û hêzên rejîmê hemû êrîşkeran girtiye.

Navenda bajarê Suweydeyê di destê rejîmê de ye û piraniya wan Durzîne lê li rojhilatê bakûrê bajêr de hebûna DEAŞê dewam dike.

Lê Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê ku navenda wê Londra ye, ragihand  ku jimara kuştiyan ji 100 î derbas bûye û êrîşên DEAŞê ji 4 an derbas bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin