PeyamaKurd – Li bajarê Edirne yê Tirkiyê 565 koçberên ku dixwestin bi qaçaxî derbasî welatên ewropî bibin hatin destser kirin.
Li gor ragihandina medya tirk, Fermandariya Cendermeyan a Bajêr ku ji sînoran berpirsiyar e, komên ku dixwazin bi awayekî neyasayî derbasî welatên din bibin tesbît kirine û bi ser wan de girtine.
Hat ragihandin ku 565 kesên ji welatên Filîstîn, Mexrîb, Bangladeş, Afganistan, Pakistan û Sûriyê bûn hatine desteser kirin.
Koçberên hatin girtin bo Navenda Koçberan a Edirneyê hatin şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin