PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di peyama ku bi minasebeta 74 saliya xwe belav kiriye de dibêje; ew dê ti carî dev ji mafê rewa û daxwazên gelê Kurdistanê bernedin.
PDKê ragihandiye rewşa siyasî ya niha ya cihanê û herêmê û Iraqê, rewşeke ne biîstqrar e û aloz e, beşek ji wan guhertinan û kêşeyên siyasî îqlîmî û nawdewletî peyda bûne. Beşek ji wan arîşeyan ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê peyda bûne. Herdu rewşan tesîr li Kurdistanê kirine. Stratîjiya Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya ligel van rewşan li ser binemaya parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê ye.”
PDKê destnîşan kiriye ku ew ê ti carî dev ji Kerkuk û nawçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê bernedin.
Herwiha PDKê bal kişandiye ser ku bi armanca bidesxistina mafên Kurdistanê wê li ser xebatê berdewam bin û ji bo çareseriya kêşeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser binemaya destûra Iraqê jî ligel rêkeftinê ne û li gel hemû welatên cîran ew ligel aştî û diyalogê ne.
Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16ê Tebaxa 1946an de ji aliyê Mele Mistefa Barzanîyê nemir ve hat damezrandin û ev 74 sal in têkoşîna mafên rewa yên gelê Kurdistanê dide ku li Başûrê Kurdistanê destkeftên mezin bi dest anîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin