PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku NATO bi temamê endanên xwe ve piştgiriyê dide yekpare ax û serweriya Ukraynayê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî civîna awarte ya NATOyê li Brukselê, civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand, NATO bi temamê endanên xwe ve piştgiriyê dide yekpare ax û serweriya Ukraynayê. Em bangewaziyê li Rûsyayê dikin keştî û eskerên desteserkirî yên Ukraynayê demildest serbest berde.
Stoltenberg bal kişand ser wê yekê ku pêşhatên di nava Rûsya û Ukraynayê de rûdan, heta bê bes "xeternak" e û wiha got, Ti kes nikare bikaranîna hêza eskerî li dijî keştiyên Ukraynayê mafdar nîşan bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin