Norwecê, alîkariya leskerî da Ukraynayê

Norwecê, alîkariya leskerî da Ukraynayê

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Norwecê ve hat ragihandin ku wan di çarçoveya alîkariya leşkerî de topên nûjen ên menzîl dirêj şandine Ukraynayê.

Daxuyanî, ji aliyê Wezîrê Berevaniya Norwecê Bjorn Arild Gram ve ji bo televizyona fermî ya wî welatî NRKê hat dayîn. Gram di daxuyaniyê de got ku pêwîstiya xwe bi parastinê heye û ji ber wê jî wan 10 hezar topên menzîl dirêj şandin Ukraynayê.

Gram da zanîn ku ji destpêka şerê Rusyayê heta niha wan 600 hezar euro alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re şandine û got,

"Em nikarin destûrê bidin ku Rusya di şerê li Ukraynayê de bi ser bikeve. Dema ku Norwec, li gorî hiqûqa navneteweyî, bi çek û alavan piştgiriya Ukraynayê dike.”

Gram diyar kir ku topên ku wan şandine Ukraynayê, 30 hezar kîlometre dûrî hedefan e û di obusên M109 ên xwebexş de jî hatine bikaranîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin