Pasinyan: Em ji asayîkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re amade ne!

Pasinyan: Em ji asayîkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re amade ne!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, li paytex Erîvanê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ew amde ne têkiliyên xwe û Tirkiyê asayî bikin.

Paşinyan got, “Em amade ne di çarçoveya normalkirina pêwendiyên li gel Tirkiyê de, ji bo dubare vekirina rêyên bejahî û rêhesinê bo çûnûhatinê bi Tirkiyê re danûstandinê bikin.”

Paşinyan herwiha bal kişand ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê asayîkirina pêwendiyên ligel Ermenistanê de û diyar kir, em di wan daxuyaniyan îhtimala asayîkirina pêwendiyan dibînin.

Serokwezîrê Ermenistanê da zanîn ku Rûsya ji bo alîkariya di vê mijarê de amadebûna xwe nîşan daye û welatên wekî Fransa û Amerîka jî bi vê proseya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Ermenistanê re eleqedar dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin