PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) raghand ku di sala 2018an de nêzîkî 120 kesên sivîl di operasyonên wê de li Sûriye, Îraq, Efxanistan û Somaliyê hatîne kuştin.
Pentagon di raporetekê de behsa operasyonên artêşa xwe li Sûriye, Îraq, Efxanistan û Somaliyê dike û aşkere dike ku di sala 2018an de 76 kesên sivîl hatine kuştin di operasyonên wê de li Afxanistanê bûne qurbanî.
Herweha di operasyonên Pentagonê yên li Sûriyê û Îraqê 48 kes û li yên Somaliyê jî 2 kes bûne qurbanî.
Pentagonê di heman raporta xwe de daye zanîn ku di operasyonên wê yên li Yemenê û Lîbya tu xelkê sivîl ne hatiye kuştin û nebûye qurbanî.
Berê jî Rêxistina Efûya Navdewletî raghandibû, ku ji encama operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî li Reqayê nêzîkî 1600 kesêi sivîl hatine kuştin .
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin