Pentagon: Heta niha di şerê Îranê de 140 leşkerên Amerîkî birîndar bûn

Pentagon: Heta niha di şerê Îranê de 140 leşkerên Amerîkî birîndar bûn

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ve nêzîkî 140 leşkerên Amerîkî birîndar bûne, 8 ji wan bi giranî.

Li gorî raporê, Berdevkê Pentagonê Sean Parnell hejmara leşkerên Amerîkî yên birîndar ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de ragihand.

Parnell diyar kir, "Di 10 rojên êrîşên berdewam de ji destpêka Operasyona Epic Fury ve nêzîkî 140 leşkerên Amerîkî birîndar bûne."

Parnell destnîşan kir ku piraniya van leşkeran birînên sivik girtine, lê 8 ji wan bi giranî birîndar bûne û dermankirina asta bilind digirin.

Ji aliyê din ve, Parnell diyar kir ku 108 ji leşkerên birîndar vegeriyane ser erkê xwe.

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) di 9ê Adarê de ragihand ku hejmara leşkerên Amerîkî yên ku di êrîşên tolhildanê yên Îranê yên li dijî Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin gihîştiye heftan.