PeyamaKurd – Di wexta şerê DYA-Îranê de agahî hatin belavkirin ku muhîmmatên Amerîkayê kêm bûne. Li ser belavbûna xeberê, Pentagon gihaye wê baweriyê ku hinek agahiyan di bin de belav kirine.
Li ser mijarê li baregeha serokerkaniya Amerîkayê, 50 fermandar û xebatkarên sîvîl kirin testa poligrafê. Eger kesên li ser wan teskê kirine, derewan bikin dê di testê de diyar bibe.
Hat gotin ku agahiyên Pentagonê yên bi dizî ji aliyê hinek kesan de hatine dayîn ji bo rojnamevanan û kes nizane ew kes kîne. Ji bo tesbîta wan kesan, wan xistine makîna derewan an ku testa poligrafê.
Li gor ragihandina New York Timesê ku xebera xwe di 4ê Êlûnê de belav kiriye, ji xebatkarên leşker û sîvîl pirsa ku agahiyan bi dizî dane rojnamevanan an nedane pirsîne. Hem pirsen li ser stokên muhîmmatên Pentagonê kirine.
Serokê DYAyê Donald Trump ragihandiye ku eger hinek kes van agahiyan dabin rojnamevanan, dê cezayên giran bide wan.