Peskov: Sedema krîza xurekê ya cîhanê ne em in!

Peskov: Sedema krîza xurekê ya cîhanê ne em in!

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser krîza xurekê ku bi taybet piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê û benderan daye destpêkirin derketiye holê, welatên Rojavayî tohmetbar kir.

Peskov got, “Yên ku bûne sedema birçîbûn û krîza xurekê li cîhanê welatên rojava ne, pirsgirêk ne ji me ye. Sedem dorpêç û yên wan dorpêçan li ser me disepînin in.”

Peskov wekî sedema krîza xurekê dorpêçên welatên rojavayî yên ser Rûsyayê nîşan da û diyar kir, “Rûsya her tim hinardekareke zad a bi ewle bûye.”

Herwiha Peskov gotiye, wan bi rêya trenan hinardekarina zadê Ukraynayê bo Polonyayê asteng nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin