Pisporê Boeingê: Piraniya parçeyên hilberî bi qusûr bûn

Pisporê Boeingê: Piraniya parçeyên hilberî bi qusûr bûn

PeyamaKurd - Santiago Paredesê berpirsê berê yê kargeha Boeinga ku yek ji mezintirîn kompaniyayên frokeyên rêwîtiyê ye angaşt ku di dema hilberînê de gellek parçeyên frokeyan bi qusûr derdikevin.

Paredesê ku li kargeha Spirit AeroSystems a li Kansasê ya Boeingê pisporê kontrola quwalîteyê bû ji BBCyê re axivî û amaje kir ku carinan wî di hin parçeyên ku ji Boeingê re dihatin şandin de “200 kêmasî” didozîn.

Santiago Paredes got ku dema wî hewl dida ku vekolînekê bike da ku fikarên hilberînê çareser bike, nasnavê “xerabkerê şowmen” lê hatiye kirin.

Parades angaşt ku wî di navbera 2010 û 2022yan ku li wir dixebitî de, pirsgirêkên li kargehê dozîne û dom kir: “Min pir caran ji 50 heta 200 kêmasiyên di beşên mûşekê yên ku li ber şandinê bûn dozîn. Wek mînak: Parçeyên pêwendiyê yên kêmar û parçeyên tewiyayî.”

Berpirsê Boeingê: Em bi tundî li dijî angaştên Paredes in

Piştî angaştên pisporê berê yê Boeingê, Nûnerê Pargîdanî ku dabînkerê herî mezin ê Boeingê ye jî ji BBCyê re ragihand û got: "Em bi tundî li dijî angaştên wî (Santiago Paredes) ne, lê belê Boeingê heta niha di derbarê van angaştan de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.