Pistî biryara bidest jimartina dengan depoya sindoqan sewitî

Pistî biryara bidest jimartina dengan depoya sindoqan sewitî

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro li paytextê Iraqê Bexdayê agir bi depoya ku sindoqên hilbijartinê tê de dihatin muhafezekirin de ket.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatin dayîn, "di depoya herî mezin ya li navçeya Resafeyê ku sindoqên hilbijartinê tê de dihatin muhafezekirin de agir derket." Berdevkê wezaretê destnîşan kir ku tîmên agirkuj ji bo vemirandina agir dixebitin.

Herwiha îro Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ya Iraqê Saîd Kakeyî ragihandibû ku dê roja çarşem an pêncşemê dengan ji nû de bi dest bihejmêrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin