Pistî civînê daxuyanî hat dayîn: Herdu aliyan soz da hev

Pistî civînê daxuyanî hat dayîn: Herdu aliyan soz da hev

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê civîna Koma Xebata Sûriyê ya Tirkiye-Amerîkayê de ku îro 7ê Kanûnê hat lidarxistin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku civîna 3yem a Koma Xebatê ya Asta Bilind bi beşdariya rayedarên pilebilindên wezaretên derve û berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê li Enqerê encam daye û aliyan pabendbûna xwe ya bo serwerî, yekbûn û yekparçeyiya Sûriyê dûpat kiriye.

Hat diyarkirin, her du aliyan li ser lihev kirine ku krîza Sûriyê li gor biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî bi rêbazên siyasî were çareserkirin û li ser lezdana nexşerêya plana Minbicê soz dane hev.

Li gor daxuyaniyê metirsiyên terorê yên ji aliyê Sûriyê û derveyî wê jî hatine gotûbêjkirin, hêvî hatiye kirin ku li gor berjewendiyên her du aliyan pêşveçûn çêbibe.

Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin ku her du aliyan li ser lihev kiriye civînên Koma Xebatê ya bo Sûriyê zêdetir bikin û biryar hatiye dayîn, li Sibata 2019an jî li Washingtonê car din bicivin.

Hêjayî gotinê ye, di civîna îro ya Enqerê de Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey seroktiya şanda Amerîkî kir ku gotibû, ‘Pêvajoya Astanayê bidawî hatiye’ û Tirkiye jî garantoreke wê pêvajoyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin