PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di daxuyaniyekê de ku li ser televîzyona dewletê hate weşandin, helwesteke nû ya rêveberiya Tehranê ya derbarê welatên cîran de eşkere kir.
Pizişkiyan bi awayekî fermî ji wan welatên cîran ên ku di demên borî de ji ber êrîşên Îranê zirar dîtine, lêborîn xwest.
Di gotara xwe de, Pizişkiyan tekez kir ku Tehran dê li hember zextên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serî netewîne. Serokkomarê Îranê got,
Bila dijmin daxwaza xwe ya teslîmbûna gelê Îranê bibin gorên xwe," û bi vî rengî helwesta xwe ya berevaniyê nîşan da.
Lêbelê, li ser pirsa êrîşên li ser cîranan, wî ragihand ku Konseya Serkirdayetiya Demkî biryarek nû wergirtiye.
Li gorî vê biryarê, Îran êdî tu êrîşên mûşekî an leşkerî li dijî wan welatên cîran ku di pevçûnan de cih nagirin, pêk nayîne.
Pizişkiyan diyar kir, "Tu mûşek dê neyên avêtin welatên ku êrîş lê nehatine kirin." Ev biryar wekî guhertineke stratejîk di polîtîkaya Îranê ya herêmî de tê dîtin, ku armanca wê kêmkirina fişara navneteweyî û pêşîgirtina li belavbûna şerê berfireh li seranserê Rojhilata Navîn e.