PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî pêwendiyeke telefonî pêkanîn.
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku îro 24ê Çile Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman telefonî Adil Ebdulmehdî kiriye û pê re li ser pêwendiyên Bexda û Riyadê axivîye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Muhemed bin Selman herwiha silavênh bavê xwe gihandiye Ebdulmehdî.
Selman piştevaniya xwe jî bo asayiş û aramiya Iraqê anî ziman û pêşniyara parastina ewlehiya Iraqê li Ebdulmehdî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin