PeyamaKurd - Serokê Rusyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn.
Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Seroktiya Rusyayê Yuri Uşakov eşkere kir ku her du serokan li ser Şerê Ûkraynayê gotûbêj kirine û hevdîtina wan bi awayekî avaker pêk hatiye.
Uşakov da xuyakirin ku Pûtîn di pêwendiyê de rewşa heyî ya şer û îhtimalên gihîştina armancên Rusyayê bi awayekî objektif nirxandiye.
Herwiha got ku di heman demê de li ser gavên ku Amerîkî dikarin ji bo bidawîkirina lezgîn a çalakiyên leşkerî bavêjin jî nîqaş hatine kirin.