PeyamaKurd- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di derbarê geşedanên dawî de daxuyaniyek da û got ku em idamkirina Kurdên bi navê Ramîn Huseyn, Zanyar û Loqman Muradî û êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser tevgerên Îranê yên dawî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 8ê Êlûnê de Îranê li gundê Koyê partiyên Kurdî yên siyasî hedef girtin û hinek beşdarên civînê şehîd kirin. Ev geşedan piştî idamkirina Kurdên girtî çêbûn. Em wekî endamên Meclîsa PYDê van êrîşan şermezar dikin. Ev siyaset, tenê agirê şêrr gurr dike. Li Îran û Tirkiyê qeyranên navxweyî hene û ji bo ku van eybên xwe veşêrin, êrîşî welatên cîranê xwe dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin