Rûsya: Em ê bi tundî bersiva biryara Îngilistanê bidin!
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku dê bersiveke tund û bipîvan li biryara Îngilistanê ya derbarê nûnertiya Rûsyayê were dayîn.
Zaxarova derbarê biryara Îngilistanê ya dersînorkirina Ataşeyê parastinê yê Rûsyayê û betalkirina statuya dîplomatîk a hin milkên girêdayî Rûsyayê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Zaharova diyar kir ku Îngilîstanê ji ber şewata li depoyên xwe yên li paytext Londonê Rûsya sûcdar kiriye û ji ber vê sedemê li hemberî Rûsyayê tedbîrên xwe girtine û diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin.