PeyamaKurd - Serokê Encûmena Nehiya Uzêm a girêdayî parêzgeha Diyale Mihemed Zêfan ji ajanseke erebî bi navê Alghadpress a Iraqî re ragihandiye ku, navçeyên Mitîbîce û Meyte yên di navbera parêzgehên Diyale, Selahedîn û Kerkûkê de bûne cihê bêhnvedana DAIŞê û li wir bi awayekî azadî digerin.
Mihemed Zêfan diyar kir, metirsiya li wan navçeyan rojane zêde dibe û tiştê seyr ew e, ew yek li pêş çavên dewletê dibe lê dewlet destêwerdanê nake.
Berpirsê Iraqî da zanîn ku ji ber xelkê wan her du navçeyan koçber bûne, DAIŞ li deverê bicih bûye û çekdarên xwe bi asanî ji wê derê ve derbasî nav sê parêzgehan dike û kiryarên terorîstî pêk tînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye navçeyên sînorî yên her sê parêzgehan bi metirsîdar têne binavkirin û di çend salên borî de û ji ber erdnîgariya wê ya dijwar û hebûna gir û geliyan, bûye cihê kombûn û çalakiyên paşmayên DAIŞê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin