Turkmen: Divê parêzger Rakan Cibûrî biguhire

Turkmen: Divê parêzger Rakan Cibûrî biguhire

PeyamaKurd- 22 rêvebirên partiyên Turkmen yên Kerkûkê ragihandin ku parêzgerê Kerkûkê Rakan Cibûrî, biryarên ku dide ne qanûnîne. Turkmen ji serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî xwestin ku Cibûrî bixin nav lîsteya 12 parêzgerên Iraqê, nav lîste ya endamên meclisan yên ku dê bên guhertin. Rêvebirê partiya Turkmenelî Timur Abdulaziz Beyatlı daxwazê bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Divê parêzger, parêzgehê îdare bike. Ne wekîl an cîgirê wî. Bi vê sedemê biryarên ku Rakan Cibûrî dide ne qanûnî ne. Ev biryar li dijî biryarên ku parlementoya Iraqê didde ne. Hem ew Kerkûkê bi awayeka rast îdare nekiriye.”

Daxwaza rêvebirina parêzgeha Kerkûkê ji aliyê Kurd, Turkmen û Ereban de, bo Kazimî hatiye ragihandin. Heya hilbijartina parêzgehan bê kirin divê pêkhateyên Kerkûkê rêvebiriya Kerkûkê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin