PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku wan yek milyar dolar ji Sindoqa Geşepêdana Niştîmanî ya Îranê kiriye û heger pabendî rênimayan bin, di du hefteyan de rewşa vîrusa koronayê kontrol dikin.
Rûhanî, di daxuyaniyeke xwe ya îro 26ê Adarê de got ku ew dê biryarên tundtir ji bo pêşîgirtina vîrusa koronayê bidin û wiha axivî:
“Heke hemwelatî alîkar bin û plan wek xwe bên bicihkirin, heya du hefteyên din rewşê kontrol dikin.”
Ruhanî herwiha da zanîn ku wan daxwaza yek milyar dolaran ji Sindoqa Geşepêdana Nîştîmanî kiriye û divê rêberê Îranê rizamendîyê li ser wê daxwazê bide.
Wezareta Tendirustiya Îranê îro 26ê Adarê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 157 kesên din ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û 2,389 kesên din tûşî vîrusê bûne ku hejmara tûşbûyên vîrusê li Îranê gihîştiye 29, 406 kesan û bi tevahî 2,234 kesan can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin